Adirbêcan wê di dadgehên navneteweyî de “şehidên” serkirdayetîya Arsaxê bikar bîne: hiqûqzan

Adirbêcan wê hewl bide ku “şehidên” hin serokên Qerebaxê li dijî Ermenîstanê di forumên navneteweyî de bikar bîne. Serokê navenda hiqûqa navnetewî û berawirdî Sîranûş Sahakyanê di gotûbêja xwe ya li ser siyaseta armênofobiya ku ji aliyê serkirdayetiya Adirbêcanê ve tê meşandin gotîye.
Li gorî hiqûqzanê, darizandinên rêberên berê yên Komara Qerebaxê armanc dikin ku nîşan bidin ku Arsax wek pêkhateyeke sîyasî ya serbixwe nemaye û serokatîya komarê li gorî talîmata Ermenîstanê ku bi îdiaya Qerebaxa Çiya dagir kiriye, kiriye. Yanî serokên Qerebaxê ji bo “îzbatkirina” rejîma pelixandinê ya Arsaxê, bi destê zorê îfadeyên wiha didin. Di pêşerojê de Adirbêcan wê hewl bide ku “delîlên” bi vî rengî di dozên navneteweyî de bikar bîne. Wek mînak, di dadgeha hakemê ya Neteweyên Yekbûyî de, Bêkû wê hewl bide ku îzbat bike ku Ermenîstan di karên aborî yên neqanûnî de cih girtiye.







