Mîrê êzîdîyan: pir girîng e dîrok û çanda êzîdîyan bi awayekî zanistî bê dîyarkirin

Mîrê êzîdîyan tekezî li ser girîngiya diyarkirina dîrok û çanda êzîdîyan bi şêweyekî zanistî dike û herwiha daxwaz dike ku di kabîneya bê ya hukumetê de, rola êzîdîyan hebe.
Mîrê kurdên êzîdî, Mîr Hazim Beg 29 ê nîsanê di gotarekê de li yekemîn konfêransa zanistî ya navdewletî ya êzîdîyan li Dihokê, ragihandîye: “Lidarxistina kongreyên zanistî û akademîk yên bi vî rengî, ji bo naskirin û diyarkirina rastiya dîrok, cografya û çanda êzîdîyan li Kurdistanê, Iraqê û cîhanê, gelekî girîng e”.
Mîrê kurdên êzîdî di gotara xwe de daxwaz kirîye, di kabîneya bê ya hukûmeta Herêma Kurdistanê de, roleke berbiçav ya êzîdîyan hebe û postên girîng ji wan re bên dayîn.
Li gorî gotina Mîr Hazim Beg: “Ji destpêka damezrandina navenda Lalişê ya rewşenbîrî û civakî ve, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi berdewamî piştgirî lê kirine”. Herwiha gotîye: “Vê navendê di salên borî de karîbû xizmeteke gelek baş pêşkêşî êzîdîyan bike”.
29 ê nîsana sala 2025 a, bi çavdêriya serokwezîrê Herêma Kurdistanê, yekemîn konfêransa zanistî ya navdewletî ya êzîdîyan (ol, çand, dîrok, cografya) dest pê kir û wê heta îro 30 nîsana sala 2025 a, berdewam bike.
Konfêrans ji alîyê navenda Lalişê ya rewşenbîrî û civakî û (zanîngeha Dihokê ve li navenda konfêransan ya zanîngeha Dihokê tê lidarxistin.
Ev yekemîn konfêransa zanistî ya navdewletî ye derbarê êzîdîyan de. Bi dehan lêkolîn hatine amadekirin û lêkolîner ji 11 welatan beşdarî konfêransê dibin.







