H’emû nûçeSereke

Paşînyan bi serdana xebatê çûye Albanîayê: hevdîtin bi serokwezîrê welêt re dest pê bûye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan ji bo beşdarî civîna bilind ya civata sîyasî ya Avropayêye  6 emîn  bibe bi serdana xebatê çûye Albanîayê.Serdan bi hevdîtina serokwezîrên Ermenîstanê û Albanîayê Nîkol Paşînyan û Êdî Rama hatîye destpêkirin. Derheqa wê yekêda  hukumeta Ermenîstanê ragîhandîye.

Serokwezîrê Albanîayê Êdî Rama pêşwazîya serdana serokwezîrê Ermenîstanê ya li Tîranayê kirîye û dîyar kirîye ku tevî ku ev serdan di çarçoveya civîna navneteweyî de ye, lê civîna îro wê bibe alîkar ku têkilîyên di navbera her du welatan de zêdetir pêşve bibin û rêyên hevkarîyê yên sozdar dîyar bikin.

Nîkol Paşînyan spasîya mêvandarîya germ kirîye û pê bawer kirîye ku ev hevdîtin wê di warên berjewendîya herdu alîyan de, di nav de xurtkirina dîyaloga sîyasî, hêzeke nû bide hevkarîyên zêdetir.

Di hevdîtinê de, serokên her du welatan li ser mijarên rojeva têkilîyên Ermenîstanê û Albanîyayê û li ser pêrspêktîvên hevkarîyê yên di warên cuda de axivîne.

Her wiha li ser mijarên herêmî jî nêrînên xwe danûstandine. Bi taybetî behsa pêvajoya asayîkirina têkilîyên Ermenistanê û Adirêcanê hatin kirin. Her du alîya tekez li ser giringîya îmzakirina rêkeftina aşîtîyê ji bo dabînkirina aramî û aşîtîya mayînda li navçeyê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button