Ermenîstan li Kafkasîya Başûr roleke girîng dilîze: wezîrê Îranêyî parastinê

Wezîrê Komara Îranêyî Îslamîyî parastinê gênêralê brîgadê Ezîz Nasîrzadê li dawîya serdana xwe ya du rojê li Ermenîstanê, ji hevdîtinên berfireh û berhemdar bi rayedarên payebilind yên Ermenîstanê re ragîhandîye.
Li gorî rapora “Armenpress” ê, ev yek ji alîyê IRIB a Îranê ve, li ser gotinên qulixçîkî Îranê hatîye ragîhandin.
Nasîrzadê, amaje bi hevdîtinên di gel serokwezîrê Komara Ermenistanê, wezîrê parastinê û sêkrêtarê konsêya ewlehîyê dîyar kirîye ku di hevdîtinê de li ser mijarên cûre-cûre yên hevkarîyê ji wan warên parastinê û aborîyê hatine gotûbêjkirin û bi wezîrê Komara Ermenistanêyî parastinê re peymaneke ji hevtêgihîştinê hatîye îmzekirin.
“Mercên geşepêdana hevkarîyê ji niha ve gihîştîye û me wezîrê Ermenîstanêyî parastinê vexwendîye ku serdana navendên parastinê yên welatê me bike”,-wezîrê Îranêyî parastinê gotîye.
Nasîrzadê her wiha bal kişand ser sîyaseta prînsîp ya Komara Îslamî ya Îranê li hemberî welatên cînar û daye kifşê ku gerekê rêz li yekparçeyîya axa û serwêrîya hemû welatan bê girtin.
Ezîz Nasîrzadê amaje bi girîngîya Kafkasya Başûr jî kirîye û gotîye: “Ev herêm ji alîyê jêopolîtîk û jêostratêjîk ve ji bo me xwedî girîngîyeke mezin e. Wek welatekî xwedî pozîsyoneke taybet ya dîrokî û transît, Ermenîstan jî di vê herêmê de roleke girîng dilîze. Me berê jî gotibû ku em li dijî her guhertina sînorên jêopolîtîk û dîrokî ne û di danûstandinên bi alîyên ermenî re jî ev mijar anîbû rojevê”.
Şanda wezîreta Îranêye parastinê bi serokatîya Azîz Nasîrzadê li ser vexwendina wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan 20 ê gulanê hatibû Ermenîstanê.







