Ararat Mîrzoyan têkiliyên di navbera Ermenistanê û Fransîyayê de wek stratejî dibîne

Wezîrên Ermenîstanê û Fransîyayêye karên li ser rojeva dewlemend ya dualî ya her du welatan û mozaîka ku bi hev re hatine avakirin, ku bingehek ji bo nirxandina van peywendîyan stratejîk e, gotûbêj kirine.
Li gorî rapora “Armenpress”ê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di civîna çapemeniyê ya hevpar ya li gel wezîrê Fransîyayêyî karên der Jan-Noêl Baron de gotîye.
«Helbet berîya her tiştî me rojeva dualî ya dewlemend ya di navbera Ermenîstanê û Franîysayê de û mozaîka ku bi hev re çêkirî ya têkiliyên me, ku bingehek ji bo nirxandina wan stratejîk e, nîqaş kirin. Di heman demê de, hevkarîya me ya li ser erdê encamên pir berbiçav dide, wek mînak, imbara Vêdîyê ya ji nû ve hatîye çêkirin, ku ne tenê proje ye ku Fransîya bi rîya wê beşdarî bihêzkirina berxwedana Ermenîstanê û her weha pêşveçûna aborî ya wê dike. Em di warên ku çend sal berê jî nedihatin nîqaşkirin hevkariyê dikin. Li vir divê em rêzê bidin serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan û serokkomarê Fransîyayê Macron.Wezîrê Ermenîstaneyî karên der destnîşan kirîye: “Herwiha bi saya hevkarîya ku di navbera wan de çêbûye ku em dikarin ji bo pêşdabirina dostanîya Ermenîstanê-Fransîyayê ku bingehê wê heye, ku di heman demê de bi sempatî û hevaltî û hezkirina dîrokî ya di navbera gelan de ye, gavên ewqas mezin bavêjin”.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der amaje bi wê yekê jî kirîye, ku di hevdîtinê de bal hatîye kişandin ser pêşxistina jêrxaneyan. “Eleqeya alîyên fransî di vê mijarê de her ku diçe zêde dibe û di demeke nêz de em ê bibin xwedîyê nûçeyên pir berbiçav. Pêşxistina hevkarîya nenavendî, di serî de, bi mebesta ku beşdarî pêşdebirina herêmên ji bo Ermenîstanê yên stratêjîk in û zêdekirina berxwedana wan e. Di wê çarçoveyê de me tekezî li ser girîngiya lidarxistina pêncemîn konferansa hevkarîya nenavendî kirîye. Li vir jî di demeke nêzîk de wê nûçeyên pir baş û konkret hebin”,- wezîrê Ermenîstanêyî karên der her wiha gotîye.
Wezîrên Ermenîstanê û Fransîyayêye karên der li ser derfetên hevkarîyê yên di navbera her du welatan de di form û platformên cure-cur de axivîne.
Helbet di vê çarçoveyê de hevkarîya me ya ji bo kûrkirina şirîkatiya di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de girîngiya sereke ye. Min spasiya xwe ji alîyê fransî re anî ziman ji bo piştgiriya wê ya berdewam ji Ermenîstanê re di tevahiya pêvajoyê de û ji bo handana daxwazên Ermenîstanê. Mînak lîberalîzasyona vîzayê ye ku li Ermenistanê hêviyên wê yên mezin hene. Bê guman, diyaloga bi Yekîtîya Avropayê re bi piştgirî û teşwîqeke pir aktîv ya hevkarên me yên fransî didome.
Ez ê formata civaka sîyasî ya Avropayê jî ronî bikim. Çend roj berê li Tîranayê civîn hat lidarxistin û hat ragihandin ku di sala 2026 a da ew civîn li Yêrêvanê bê lidarxistin. Em bi xwezayî bi vê platformê re eleqedar in û ji roja yekem ve bi rengekî çalak beşdar dibin. Ev platform ji bo me pir bi bandor e. Ararat Mîrzoyan wiha gotîye: “Bi piştgiriya Fransîyayê û hevkarên din em ê foruma biharê ya bê li Ermenistanê li dar bixin”.
Ewî destnîşan kirîye ku hevkarîya bi Fransîyayê re di çarçoveya Frankofonîyê de ji bo Ermenîstanê jî girîng e. Li gor wî karê Ermenîstanê jî li vir heye. “Berî çend salan li vir civîneke me hebû û niha jî lîstikên werzîşê yên Frankofonîyayê yên bi tevlêbûna ciwanan wê li Ermenîstanê jî bên lidarxistin”,-ewî gotîye.







