SerekeSîyasî

Pisporê îranî çareserîyeke bi lez ya nakokîyên Têl Avîvê û Têhranê muhtemel nabîne

Li gorî pisporê îranî yê pirsên Kafkasya Başûr Êhsan Movahêdîan, piştî êrîşa dijber ji Îranê û gihandina zîyanan, Îsrayêl hewil dide Amêrîkayê bikşîne nav şêr. Pispor her weha çareserîyeke bi lez ya nakokîya di navbera alîyan de muhtemel nabîne.

Mamostayê zanîngeha Allameh Tabataba ê ya Têhranê û pisporê sîyasî Êhsan Movahêdîan li hevpeyvîna li gel nûçegîhanê “Armenpress” ê li ser opêrasîyonên leşkerî yên di navbera Îsrayêlê û Îranê de heftêkê zêdetir berdewam dibe, nêrîna xwe wiha anî ziman.

Pispor rewşa niha ya Îranê û berdewamîya nakokîyên leşkerî yên di navbera Têl Avîvê û Têhranê dîyar kirîye ku di destpêkê de alîyê Îranê ji êrîşa Îsrayêlê matmayî mabû, lê piştî demekê karîbû li hember êrîşan êrîş bike.

Movahêdîan wiha gotîye: “Îran hewil dide serwêrîya xwe ya li himber Îsrayêlê bidomîne. Piştî şoka destpêkê ya êrîşa syûrprîz ya Îsrayêlê, ku bi xapandina Amêrîkayê û soza danûstandinan bi ser ket, Îranê bilez rewş xist bin kontrola xwe û dest bi avîtina mûşekan li Îsrayêlê kirîye”.

Li gor gotina wî, di êrîşên Îranê yên li ser Îsrayêlê de, mûşekên cûre-cûre yên Îranê hatine bikaranîn û armancên leşkerî û îstixbarata Îsrayêlê hatine armanckirin.

“Berevajî Îsrayêlê, Îran sîvîlan nakuje, lê ew welat hin navendên xwe yên leşkerî li deverên niştecîhbûyî yên pir qelebalix ava kirine. Bersivên Îsrayêlê yên ji bo Îranê nîşan didin ku ew hêza wan ya zêde nîne ku bêyî alîkarîya Amêrîkayê rû bi rûyê Îranê bibe. Piştî ÿrîşên serketî yên Îranê li ser parzûngeha pêtrolê ya Heyfayê, Îsrayêl neçar bû ku ji Amêrîkayê alîkarîyê bixwaze da ku sotemenîyê ji Îsrayêlê re peyda bike, ji ber ÿrîşên firokeyên şerkar yên mezin yên ku hewil didin li hundurê bajarokên xwe yên şerker bixin. Îran, otomobîlan diteqîne, xayîn û hinek koçberên ffganî bi kar tîne”.

Li gorî lêkolînerê îranî, gelê Îranê bi hevkarî û bikaranîna ezmûn û zanyarîyên hêzên ewlekarî û îstixbaratê, bi lez rû bi rûyê vê metirsîyê bûne.

“Li cîhanê yekem car Îranê bi sîstêmên xwecîhî çend firokeyên F-35 yên Amêrîkî  anîne xwarê û îtîrafên pîlotên wan jî wê di demeke nêzîk de bê weşandin. Di encamê de wê dîyar bibe ku ev firoke ji kîjan rîyan derbazî Îranê bûne û li ku hatine rijandin. Îranê heta niha mûşekên xwe yên pêşketî li dijî Îsrayêlê bikar neanîye, lê wek ku we çend roj berê dît, heta niha jî nikaribû sîstêma berevanîya esmanî ya Îranê bi 10 mûşekan vebigire, kîjan ketin li ser Têl Avîvê”,-pispor gotîye.

Bi gotina Movahêdîan, Îsrayêl li hember têknolojîyên pêşketî yên Îranê û yekrêzî û berxwedana gelê Îranê nikare tiştekî bike û ji ber wê çendê jî çend roj berê ew welat dest bi bombebarankirina têlêvîzyona fermî ya Îranê û kuştina rojnamevanan kiribû. Îsrayêl îhtîmal e ku di rojên pêş de alîkarîya berfireh ji Amêrîkayê bixwaze ku xwe ji wêranbûnê rizgar bike.

Şirovekar li ser vê pirsê ku Îran dixwaze di vê rewşê de çi bike û bi çi tedbîran re amade ye, bal kişand ser wê yekê ku Îranê dest bi vî şerî nekir, lê ji ber ku Îsrayêl hemû xetên sor binpê kirîye, Têhran wê li ser bersivdana xwe berdewam be.

Êhsan Movahêdîan tekez kirîye: “Bi berçavgirtina wê yekê ku Îsrayêlê hemû xetên sor binpê kirine, Îran mafê ÿrîşa li ser hemû armancên serbazî, îstixbaratî û sîyasî yên vê rêjîmê diparêze û bi her awayî berevanîyê li serxwebûn û ewlekarîya axa xwe dike. Îran wê tola xwîna hemû şehîdên vî şerî ji Îsrayêlê bistîne”.

Şirovekarê îranî li ser îhtîmala rawestandina zû ya şerê di navbera Têhran û Têl Avîvê û destpêkirina danûstandinên di gel Waþîngtonê li ser bernama navokî ya Îranê de jî gotîye: “Îran divê berî her tiştî Îsrayêla êrîşkar ceza bike da ku hizra dubarekirina vî cûre tawanan neke, heger nebe, îhtîmala dubarekirina ÿrîşên Îsrayêlê heye. Ji ber vê yekê Îran wê bi wan re bi awayekî wisa tevbigere ku cesaret û şîyanên pêwîst ji bo vê yekê nebînin”.

Li gorî pispor, heger Amêrîka van rastîyên li jor qebûl bike û mafê Îranê di zengînkirina ûranê de bipejirîne, hevraxebrdan pêkan e, lê heger nebe, Îran ji alîyê Amêrîkayê ve nayê xapandin.

Movahêdian bi bîr û bawerîya xwe li ser wê yekê ku ev rewş û alozîya di navbera Têhranê û Têl Avîvê heta kengê dikare bidome, bal kişand ser wê yekê ku ev kêşe ji bo Îsrayêlê şerê jîyan û mirinê ye, lema îhtîmala çareserîya bilez ya bûyeran kêm e.

Pispor wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Ev şer ji bo Îsrayêlê têkoşîna jîyan û mirinê ye. Ji ber vê yekê wê demeke dirêj demam bike. Îsrayêl ji bo ku xwe rizgar bike dixwaze Dewletên Yekbûyî bikişîne nava vê pevçûyînê û di wê rewşê de ev nakokî wê pir dirêj û mezin bibe. Heger ev şer demekê bisekine jî, ev rawestîn dirêj nake, û Îsrayêl wê vê derfetê ji bo vegerandina binesazî û hêza xwe ya çekan bikar bîne û careke din ÿrîşî Îranê bike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button