Danûstandinên li ser rojeva nû ya hevkarîya Yekîtîya Avropayê-Ermenistanê qedîyane: Maragos

Yekîtîya Avropayê û Ermenîstan nêzîkî dawîya danûstandinên li ser rojeva hevkarîyeke nû ne.
Li gorî “Armenpress” ê, ev yek ji alîyê balyozê Yekîtîya Avropayêyî li Ermenistanê Vasîlîs Maragos ve di dema nîqaşekê de ku di çarçoveya platforma civaka sîvîl ya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê de hatîye lidarxistin, hatîye gotin.
Li gorî wî, yek ji mijarên sereke yên di rojevê de, bicîhanîna tevahî ya peymana hevkarîya berfireh û pêşkeftî û bikaranîna tevahî ya potênsîyala wê ye.
Maragos bi bîr xistîye ku bi salan berê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan peyman wek bernameyeke zelal ya rêforman bi nav kirîye, ku ji hêla hukumetê ve bi awayekî çalak tê bicîhanîn.
Balyozê Yekîtîya Avropayê destnîşan kirîye ku gelek komîtê îdî hatine damezrandin û civîneke komîtêya sereke ya hevkarîyê wê di meha tîrmehê de li Bryûsêlê bê lidarxistin.
Ewî tekez kirîye ku “Ev delîla kûrahî û pirbûna têkilîya me ye”.
Li gorî Maragos, rêform bi rastî jî aloz in û hewceyê alîkarîya têknîkî û danûstandina pisporan bi beşdarîya welatên endam yên Yekîtîya Avropayê û hevkarên din in. Ewî tekez kirîye ku hem ji hêla hukumetê û hem jî ji hêla civaka sîvîl ve pabendbûneke zelal heye.
Balyoz da zanîn ku niha xebat ji bo pêşxistina ajandeyeke nû ya hevkarîyê tê kirin. “Danûstandin hema bêje qedîyane û armanca wan ew e ku potênsîyala peymana hevkarîya berfireh û pêşkeftî bi tevahî bê bikaranîn. Ev pabendbûneke hevbeş e”,- ewî destnîşan kirîye.
Li gorî Maragos, yek ji pêşînîyên Yekîtîya Avropayê xurtkirina aramîya Ermenîstanê ye. Ji bo vê armancê, par bernameyek ji bo baştirkirina aramîyê û mezinbûnê hate kirin, ku gelek gavên berbiçev dihewîne, ji cûre-cûrkirina aborîyê bigire heya danasîna standartên Avropayê di warên milkê rewşenbîrî û parastina mafên xerîdaran de.
Balyozê Yekîtîya Avropayê bi kurtasî gotîye: “Divê em bikaribin dîyalog û çavkanîyên xwe li gorî pabendbûna mezin ya ku em ji her du alîyan dibînin, birêxistin bikin”.







