SerekeSîyasî

Rêveberê Efrînê bi şandeyeke êzidîyan re civîya

Rêveberê Herêma Efrînê pêşwazî li şandeke êzidîyên Efrînê kirîye û plana nû ya ji bo ewlehî û aborîyê raber kirîye û tekezî li ser xebata hevbeş kirîye.

Rêveberê Herêma Efrînê, Mesûd Bettal  25 ê qezîranê, pêşwazîya şandeyeke ji welatîyên êzidî yên li Efrînê kirîye. Di civînê de, guh li kêşe û zehmetîyên ku rû bi rûyê xelkê herêmê dibin, hatîye dayîn.

Di hevdîtinê de, rêveber Bettal plana xebatê ya k ji bo pêşxistina herêmê di warên ewlehî û aborî de dest pê kirine, bi berfirehî şîrove kirîye. Herwiha tekezî li ser girîngîya hevgirtin û xebata hevbeş ya ji bo pêkanîna aramî û geşedanê kirîye.

Ev hevdîtin wek nîşana ruhê hevkarîyê û hewldana ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku li pêşîya hemû pêkhateyên civaka Efrînê ne, hatîye nirxandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button