Kanadayê ji bo alîkarîya kanadîyan li Îranê spasîya Ermenîstanê kirîye

Wezîra Kanadayêye karên der Anîta Anandê, di axaftina bi têlefonê ya bi wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan re, spasîya Yêrêvanê kirîye ji bo ku di dema pevçûyîna Îsrayêlê-Îranê komên konsûlxaneya Kanadayê li xala kontrolê ya Agarakê li ser sînorê Ermenîstan-Îranê, ku ev yek jî rê da alîkarîya kanadîyan li Îranê.
Li gorî “Armenpress” ê, Anîta Anandê ev yek mîkrobloga xwe ya li ser X ê destnîşan kirîye.
Wezîra Kanadayêye karên der nava nivîsara xweda destnîşan kirîye: “Min bi hevkarê xwe yê ermenî Ararat Mîrzoyan re axivî da ku spasîya Ermenîstanê bikim ji bo mîsogerkirina ketina bi bandor ya komên konsûlxaneya kanadayî li xala kontrolê ya sînor ya Agarakê. Bi saya vê yekê, em vê dawîyê karîn alîkarîya kanadîyên li herêmê bikin”.
Ewê her wiha zêde kirîye ku ewê bi wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan re nîqaş kirîye û her duyan jî pabendbûna xwe bi prînsîpên dêmokratîk û mafên mirovan li herêmê re ji nû ve piştrast kirine.







