
Peyamnêrê CNN ê Frêd Plêytgên di dema şerê li dijî Îsrayêlê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî de tekane peyamnêrê Rojavayî bû li Îranê.Ewî ji Bild re tiştên ku dîtîye gotîye.
Peyamnêr dibêje ku Îran ji ber ku Îsrayêl çiqas agahî li ser avahiyên leşkerî yên Îranê hebû şok bûye: “Ewî dizanibûn gênêral li ku ne. Û ne du, lê bi dehan. Wek din, gelek fîzîknasên navokî, û her weha serokê bernameya mûşekan, ku di bunkêra fermandarîyê de bûye, û li wir hatîye kuştin. Ev tenê dikare yek tiştî bê wateya:ajanên Îsrayêlî bi kûrahî ketine nav artêşa pasdarên şoreşa Îslamî. Niha ew ê neçar bimînin ku pê re bixebitin”.
Ji bo gelek Îsrayêlîya û îranîyên sirgûnkirî yên ku hêvî dikirin ku êrîş dê bibin sedema guhertina hukumetê li Îranê, peyamnêrê CNN ê neçar ma ku raporek dilşikestî pêşkêş bike: “Îsrayêlîyan bi rastî jî pir dijwar li gelek hedefan xistin, lê di dawiyê de ew tenê ji bo welatekî bi qasî Îranê mezin bûn. Qet behsa darbeyekê tunebû. Welat aram xuya dikir”. Kargeh berdewam kirin bi xebatê, otomobîl di kolanan de diçûn û dihatin, û mirov nedirsîyan.
Îdiayên çalakvanên sirgûnkirî ku dibêjin hukumet lawaz bûye û nûnerên wê wê di demeke nêzîk de birevin, nehatine piştrast kirin. Plêytgên tu nîşanên “hilweşîna amûra dewletê” nedîtiye. Plêytgên digihêje wê encamê ku pergal hîn jî ji hilweşînê dûr e.







