
Berdevka Partiya Wekhevî û Dêmokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşêgul Dogan, di hevpeyvîneke taybet de ligel Kurdistan24 ê ragîhandîye, li parlamêntoya Tirkîyayê rê li ber axaftina bi zimanê kurdî tê girtin û dema ew bi kurdî diaxivin, mîkrofonên wan tên girtin. Doganê herwiha tekez kirîye ku pirsa kurd û dêmokratîkbûna Tirkîyayê bi hev ve girêdayî ne û kurdan ji bo pejirandina hebûna xwe qurbanîyên mezin dane.
Derbarê bikaranîna zimanê kurdî li parlamêntoya Tirkîyayê, Doganê dîyar kirîye ku ew nikarin li lijneya giştî ya parlamêntoyê bi kurdî biaxivin û gotîye: “Dema em diaxivin, mîkrofonê digirin. Zimanê me wek “zimanekî nayê zanîn” derbas dibe. Lema em nikarin li parlamêntoyê bi kurdî biaxivin”.
Ayşêgul Doganê bal kişandîye ser qurbanîyên ku kurdan ji bo pejirandina hebûna xwe dane û mînaka Vêdat Aydîn anîye ziman ku piştî axaftina bi kurdî hatîye şehîdkirin. Doganê gotîye: “Kurdan ji bo pejirandina hebûna xwe qurbanîyên mezin dane. Em nikarin van tiştan ji bîr bikin”.
Li ser çareserîya pirsa kurd û pêvajoya aşîtiyê, berdevka DEM Partîyê tekez kirîye ku ew daxwaza welatîbûna wekhev li Tirkîyayê dikin û ev yek ne lutf û bexşandinek e, belkû mafekî rewa ye. Doganê gotîye: “Pirsa kurd û dêmokratîkbûna Tirkîyayê girêdayî hev in. Aşîtî bê dêmokrasî nabe, dêmokrasî jî bê aşîtî nabe”.
Ayşêgul Doganê amaje bi girîngiya yekrêziya kurdan jî kirîye û gotîye: “Cudabûna hizrên partîyan nabe asteng li pêşiya hevgirtina kurdan. Tiştekî normal e ku di nav tevgera kurd de jî hizrên cuda hebin”.
Berdevka DEM Partiyê Ayşêgul Doganê destnîşan kirîye ku ew ji serketina pêvajoya aşîtîyê bibawer in û gotîye: “Proseya çekdanîna PKK ê gaveke girîng bû û mînaka şewitandina çekan peyameke bihêz bû ku divê hişmendiya xweparastina biçekan bê guhertin û li cihê wê, PKK daxwaza dîyalogê dike”.







