H’emû nûçeSereke

Ermenîstan û Bilgarya hevkarîya aborî, pîşesazî û têknolojîya bilind berfireh dikin

Şanda Ermenîstanê, bi serokatîya wezîrê pîşesazîya têknolojîya bilind ya Komara Ermenîstanê, Mxîtar Hayrapêtyan, ji 16 ê tîrmehê li Komara Bilgaryayê gelek hevdîtin pêk anîne, û li ser derfetên berfirehkirina hevkarîya aborî û zanistî û têknîkî nîqaş kirine.

Di dema serdanê de, rûniştina nehemîn ya komîsyona navdewletî ya hevkarîya aborî û zanistî û têknîkî ya di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Bilgarîyayê de hatîye lidarxistin. Hevserokên komîsîyona navdewletî, cîgirê serokwezîr û wezîrê nûjenî û mezinbûnê yê Bilgarîyayê Tomîslav Donçêv û wezîrê pîşesazîya têknolojîya bilind ya Komara Ermenîstanê Mxîtar Hayrapêtyan, mêmorandûma têgihîştinê ya li ser hevkarîya di navbera wezîreta pîşesazîya têknolojîya bilind ya Komara Ermenîstanê û wezîreta nûjenî û mezinbûnê ya Bilgaryayêdê  di warê nûbûna têknolojîk û çalakîyên zanistî û lêkolînê de pesend kirin.

Mêmorandûm pêşbînî dike ku hevkarîyê di gelek warên stratêjîk de kûrtir bike: zekaya sûnî, lêkolîna fezayê, lênêrîna tenduristîyê ya dîjîtal û bîyotêknolojî, danûstandina pisporên IT yê, û pêşxistina êkosîstêma startûpan.

Di dema rûniştinê de odeya bazirganî û pîşesazîyê ya Ermenîstan-Bilgaryayê jî bi fermî hatîye vekirin. Balyoza Komara Ermenîstanêye li Bilgaryayê Sovînar Hambarzûmyan û serokê odeya bazirganî û pîşesazîyê ya nû Lêvon Hambarzûmyan beşdarî merasîma vekirinê bûne.

Serdana xwe ya Sofyayê de, wezîr Hayrapêtyan, di nav gelek hevdîtinan de, bi wezîrê Bilgaryayêyî karên der Gêorgî Gêorgîêv, cîgirê serokwezîrê Bilgaryayê Atanas Zafîrov, cîgirê serokwezîr, wezîrê veguhastin û ragîhandinê Grozdan Karacov û wezîrê aborî û pîşesazîyê yê Bigaryayê Pêtar Dîlov re jî hevdîtin kirîye.

Di hemû hevdîtinan de, alîyan pêwendîyên dîrokî û çandî yên sedsalan di navbera gelên her du welatan de, têkilîyên dostanîyê yên li ser bingeha rêzgirtina dualî û nirxên hevpar ava bûne, pir qîmet dan, amadebûna xwe ji bo berdewamîya hevkarîya sîyasî, aborî, têknolojîya bilind, veberhênan û lêkolînên zanistî ji nû ve piştrast kirin, û pêrspêktîvên nû ji bo berfirehkirina hevkarîyê destnîşan kirine.

Li parka têknolojîyê ya Sofyayê, Mxîtar Hayrapêtyan serdana navenda sûpêrkompyûtêrê kirîye, ku yek ji bihêztirîn navendên herêmê ye û ji bo pêşxistina çareserîyên nûjen di warên zekaya sûnî, bîyotêknolojî, modêlkirina avhewayê û çêkirina stratêjîk de xizmet dike.

Wezîr Hayrapêtyan bi şîyanên têknîkî yên sûpêrkompyûtêrê, binesazîya hilberandina daneyan re nas bûye, û her weha li ser derfetên hevkarîya pêşerojê, bi taybetî di projeyên hevbeş yên AI û Big Data de, nîqaş kirine.

Di serdanê de her wiha planên pêşerojê ji bo pêşxistina navenda sûpêrkompyûtêran hatine raber kirin, di nav de lezandina modêlên AI, danasîna sêrvêrên pêrformansa bilind, û înîsîyatîvên ji bo tevlêkirina tîmên lêkolînê yên navneteweyî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button