
Rûsya wê hûrgîliyên projeya “Rêya Tramp” ya ku wê bi daxuyanîya ku ji hêla Ermenîstanê, Dewletên Yekbûyî û Adirbêcanê ve hatîye îmzekirin bê efirandin, lêkolîn bike.
Li gorî “Armenpress” ê, wekî ku ji hêla “Komersant” ê ve hatîye ragihandin, derheqa wê yekêda di brîfîngekê de cîgirê rêvebirê daîreya ragîhandin û çapemeniyê ya wezîreta Rûsîyayêye karên der Alêksêy Fadêyêv gotîye.
Fadêyêv gotîye: “Di derbarê “Rêya Tramp” de, wezîreta Rûsîyayêye karên der wê hûrgilîyên projeyê lêkolîn bike, ku bi awayê, hîn nehatine eşkerekirin. Wek ku me berê jî destnîşan kiribû, beşdarbûna hêzên derveyî herêmê li Başûrê Kafkasîyayê divê rojeva aşîtîyê pêş bixe, ne ku pirsgirêkên nû û xetên dabeşkirinê yên nû biefirîne”.
Ewî tekez kirîye ku dema pêkanîna vê projeyê, pêwîst e endametîya Ermenîstanê di yekîtîya aborî ya Avrasyayê de, û her weha hebûna sînorxweykirên Rûsyayê li herêma Syûnîkê li ber çavan bê girtin.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê Amêrîkayê Donald Tramp û serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv 8 ê tebaxê li Waşîngtonê dêklarasyona li ser “Rêya Tramp ji bo aşîtî û refaha navneteweyî” îmze kirin. Xala 4 emîn ya dêklarasyonê, bi taybetî, wiha destnîşan dike:
“Komara Ermenîstanê wê bi Dewletên Yekbûyî û alîyên sêyemîn yên ku bi hev re li hev kirine bixebite da ku çarçoveya pêkanîna bernameya ragîhandinê ya “Rêya Tramp ji bo aşîtî û refaha navneteweyî (TRIPP) li ser axa Komara Ermenîstanê dîyar bike. Em biryardarîya xwe ya ji bo girtina hemû tedbîran bi nîyeta baş ji bo bidestxistina vê armancê di zûtirîn dem de piştrast dikin”.







