SerekeSîyasî

Vala Ferîd: karê me yê yekem hilbijartina desteya serokatiyê ye

Seroka fraksiyona Partiya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) ya li parlamêntoya Kurdistanê  Vala Ferîdê ragîhandîye: “Karê me yê yekem yê meha 9 a dê hilbijartina desteya serokatiyê be”.

Seroka fraksîyona Partiya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) ya li parlamêntoya Kurdistanê Vala Ferîdê li ser destpêkirina civînên parlamêntoyê yên piştî zêdetirî 10 mehan ya ji hilbijartinan ragîhandîye:

“Li gorî lihevkirina komîtêyên dan û standinan yên PDK û YNK ê, divê meha îlonê rûniştina parlamêntoyê bê kirin û karê yekem yê parlamêntoyê jî hilbijartina desteya serokatiyê ye”.

Vala Ferîdê daye zanîn ku piştî hilbijartina desteya serokatîyê, parlamento wê ji bo avakirina komîtêyên xwe yên daîmî bixebite, wek ku di peyrewa navxwe de hatîye dîyarkirin.

Vala Ferîdê li ser pirsa Rûdaw ê destnîşan kirîye ku desteya serokatîyê ya ku wê bê hilbijartin “wê daîmî be, ne demkî” û wiha pê de çûye:

“Em bi hêvî ne ku civîn destpêka meha îlonê bê kirin”.

Di xula berê de posta serokê parlamêntoyê para Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bûye.

Ferîdê li ser pirsa ka vê carê wê kîjan alî wê postê wergire gotîye:

“Ev li gorî wê yekê ye ku komîtêya dan û standinan li ser çi gotûbêj kiriye”.

Heger parlamênto bicive wê parlamêntarê herî mezin serokatîya rûniştinê bike ku ew jî Azad Mihemed Emîn e û parlamêntarê YNK ê ye.

Birêvebira ragîhandinê yê parlamêntoya Kurdistanê Saman Ehmedê îro ji Rûdaw ê re gotîye:

“Karmendên parlamêntoyê hemû amadekarîyên xwe kirine û ji bo civîna destpêka meha bê amade ye”.

Saman Ehmedê her wiha anîye ziman:

“Tevahiya dîwana parlamêntoyê ji bo civînê amade ye lê ya girîng yekhelwestîya alîyan e ji bo wê civîna ku behsa wê tê kirin”.

Hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê 20 ê çiriya pêşin ya sala 2024 a hatibû lidarxistin û 2 ê kanûna paşin ya sala 2024 a rûniştina yekem ya xala şeşemîn ya parlamêntoya Kurdistanê hatîye kirin û heta îro tu civînên din nehatine kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button