
Heger helwesta Natanyahû ya li ser naskirina jênosîda Ermenîyan ji hewldaneke taktîkî ya veşartina sûcên wî bêtir be, divê ew bi kiryarên berbiçev bê qewîn kirin.Derheqa wê yekêda di daxuyanîya rêveberê komîtêya netweyî ya ermenîye li Amêrîkayê Aram Hambûryanda hatîye gotin.
“Ji ber piştgirîya Adirbêcanê ji bo dorpêçkirin û qirkirina binelîyên ermenîye li Arsaxê, û her weha gefên wê yên berdewam li ser taxa ermenî ya xiristîyana ya Orşelîmê, û her weha binpêkirinên wê yên cidî yên qanûna navneteweyî li Gazayê, paqijkirina êtnîkî ya Arsaxê ji hêla Adirbêcanê ve, divê bi qutbûneke tûj ya hevpeymanîya leşkerî ya Îsrayêlê bi Adirbêcanê re be.
Her wiha divê ew zexta giştî li ser Tirkîyayê bike da ku dev ji înkarkirina qirkirina Ermenîyan û astengkirina dabînkirina edaletê berde”,- Hambaryan gotîye







