Serokwezîr rastî raportkirên Şêwira Avropayê hatîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li Strasbûrgê rastî raportkirên li ser erkên Ermenîstanê li komîtêya çavdêrîyê ya meclîsa parlamêntara ya Konsêya Avropayê Borîana Abêrgê û Pîêro Fasîno hatîye.
Wextê hevdîtinê, alîya li ser pêvajoya hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Konsêya Avropayê de, gavên ku di warê qewînkirina sazîyên dêmokratîk, parastina mafên mirovan û rêformên dadwarî û hiqûqî de hatine avîtin, nîqaş kirine.
Serokwezîr Paşînyan bal kişandîye ser beşdarîya meclîsa parlamentoyê ya Konsêya Avropayê di pêşvebirina rojeva dêmokratîk ya Ermenîstanê û amadebûna hukumetê ji bo berdewamîya hevkarîyê di warên serwêrîya hiqûqê û parastina mafên mirovan de tekez kirîye.
Raportkiran pêşketinên li Ermenîstanê pir baş nirxandine û bawerîya xwe dîyar kirine ku Ermenîstan wê sozên xwe bi awayekî domdar bicîh bîne.Wana amadebûna komîtêya çavdêrîyê ya Şêwira Avropayê ji bo berdewamîya hevkarîya nêzîk ji nû ve piştrast kirine.







