H’emû nûçeSereke

Cejina şandîyên  Tadêos û Bardûxîmêos wê ji Gêxarda Pîroz  bê derxistin

29 ê mijdarê, Dêra Pîroz ya Apostolîk ya ermenî dê cejina ronakbîrên pêşîn yên Ermenîstanê, şandîyên Tadêos û Bardûxîmêos pîroz bike. Bi kondaka pîroz ya Qedrê wî patryarx û katolîkê hemû Ermenîyan, cejina şandîyan wek roja cejina Dayîka Pîroz ya Xwedê, Gêxard jî hatîye ragîhandin.

Li Katêdrala Dayîka Jidayîkbûnê seheta 10:30 a de wê Ayîna Îlahî bê lidarxistin, di wê rêûresmê de Gêxarda Pîroz, Kurê Pêşin yê Dayîka Xwedê, wê bê derxistin û wê heta seheta 18:00 a êvarê li Katêdrala Dayîkê ji bo îbadetê ji alîyê bawermendan ve bimîne.

Roja berîya cejinê, 28 ê mijdarê seheta 17:30 a, di dema ayîna êvarê de, li Katêdrala Dayîkê ayîneke berîya cejinê wê bê lidarxistin, ku di wê ayînê de bermahîyên şandîyan Tadêos û Bardûxîmêos wê bên derxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button