H’emû nûçeSereke
Ji bo pêkanîna projeya TRIPP ê destnîşankirina sînorê Ermenîstanê-Adirbêcanê pêwîst e:Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li brifînga 8 ê kanûna paşin de gotîye ku ji bo pêkanîna projeya veguhastinê ya TRIPP ê, destnîşankirina sînorê Ermenîstanê-Adirbêcanê pêwîst e.
Paşînyan, bersiva pirsa li ser rewşa heyî ya pêvajoya dîyarkirin û destnîşankirina sînoran daye û gotîye: “Niha, hin pêvajoyên xebatê rê de ne. Bê guman, her tişt dê li ser erdê jî wê çê bibe, ji ber ku ji bo destpêkirina ragîhandin û projeya TRIPP ê, divê here kêm ev beşên sînor bên destnîşankirin”.
Ewî destnîşan kirîye ku li ser erdê xebateke çalak tê kirin û dema nûçe hebin, ew ê bên ragîhandin.”Ev xebat nêzikatyeke nazik hewce dike. Em niha li gorî van nazikatîyan belgeyan amade dikin”.







