H’emû nûçeSereke
Papê Romayê nama spasîyê ji patrîkê Ermenî yê Stembolê re şandîye

Papa Leoyê XIV a name ji yêpîskopos Sahak Maşalyan, Patrîkê ermenî yê Stembolê re şandîye û ji bo pêşwazîya germ ya ku di dema serdana wî ya Stembolê de li Dêra Dayîka Pîroz lê hatîye kirin spasîya wî kirîye.
Di nameya ku ji hêla patrîkxaneya ermenî ya Konstantînopolsê ve hatîye weşandin tê gotin: “Gavên weha dibin alîkar ku têkilîyên biratîyê yên di navbera herdu dêrên me de hewîn bibin û kûr bibin”.
Pap hêvî kirîye ku ew ê hevdîtinên din bi Patrîkê ermenî yê Konstantînoplîsê re bike.
“Ez ji We re piştrast dikim ku ez We di duayên xwe de bi bîr tînim. Ez bi dilnizmî ji we dixwazim ku hûn jî di duayên xwe de min bi bîr bînin. Bila Dayika Xwedê li ber textê Kurê xwe ji bo me şefaet bike“,-nameyê de tê gotin.







