Li civîna konsêya ewlehîyê de pêşketinên li dora Îranê û Rojhilata Navîn hatine niqaşkirin

Civîna konsêya ewlehîyê bi serokatîya serokwezîr Nîkol Paşînyan pêk hatîye, beşdarî kîjanê bûne serokkomar Vahagin Xaçtûryan, serokê parlamêntê Alên Sîmonyan, serokê kabînêta serokwezîr Arayîk Harûtûnyan, cîgirê serokê parlamêntê Rûbên Rûbînyan, serokê fraksîya “Peymana sîvîl” Hayk Koncoryan û serokê komîtêya têkilîyên der Sargîs Xandanyan.
Seroka îstixbarata karên der Krîstînê Grîgoryanê raporeke berfireh li ser bûyerên li dora Komara Îranêye Îslamî li Rojhilata Navîn raber kirîye. Sêkrêtarê konsêya ewlekarîyê Armên Grîgoryan, raporek li ser çalakîyên koma xebatê ya navdaîreyî ya ku bi fermana serokwezîr hatîye damezrandin, raber kirîye.
Piştî civînê, serokwezîr talîmatên pêwîst dane.Beşdarên civînê ji ber pêşketinên nexweş xemgînîya xwe ya kûr anîne ziman, ji bo qurbanîyan sersaxî xwestine û tekez li ser pêwîstîya pêkanîna aşîtîyê ya bilez kirine.







