
Rêveberîya rewşenbîrî û hunerî ya Silêmanîyê amadekarîya “Fêstîvala kurtefîlman ya kurdî” dike. Di fêstîvalê de ku wê li “Sînêma bajêr” bê lidarxistin, gelek kurtefîlmên hunerî û belgefîlm wê bên nîşandan û 11 xelat bên dabeşkirin.
Berdevkê fêstîvala kurtefîlman ya kurdî Kawan Ezîz 11 ê adarê ji Kurdistan 24ê ew dîyar kirîye, pîvanên taybet ji bo beşdarîya fîlman hatine danîn divê fîlmên çîrokî (hunerî) ji 29 xulekan û belgefîlm jî ji 40 xulekan dirêjtir nebin.
11 xelat wê bên dabeşkirin
Kawan Ezîz bal kişandîye ser xelatên fêstîvalê û gotîye: “Li gorî pêvan û standartên fêstîvalên cîhanî, me 11 xelat amade kirine. Ji van, 10 xelat di katêgorîyên cuda de ne û ji alîyê lijneya dadwerîyê ve têne destnîşankirin. Xelata 11 emîn jî “Xelata Rêzlênanê” ye ku ji alîyê serok û serpêrştîyarê fêstîvalê ve ji hunermendekî serkeftî yê qada sînemayê re tê dayîn”.
Fîlmên ku hatine hilbijartin
Berdevkê fêstîvalê navên hinek kurtefîlmên ku ji bo beşdarîyê hatine hilbijartin weha rêz kirin:
– Bergdirû- derhêner: Berzan Yûnis
– Cejin- derhêner: Newîd Zarê
– Sema ji bo Azadîyê-derhêner: Salim Selawatî
– Şopa Pêyên Mêrîyan-derhêner: Ymîd Gûç
– Çi rû da!-derhêner: Rêber Raber
– Perjîn -derhêner: Sakar Osman
– Lêgerîn-derhêner: Mahsûm Taşkîn
– Kur -derhêner: Saman Hûsênpûr
– Morî -derhêner: Yaqûp Tekîn Tangak
Fêstîvala kurtefîlman ya kurdî biryar e di 4 ê nîsana sala 2026 a de li bajarê Silêmanîyê dest pê bike û wê sê rojan berdewam bike.







