
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Bexdayê xwest ku rê li ber êrîşên “komên deryasayî” bigire.
Mesrûr Barzanî her wiha gotîye, Herêma Kurdistanê ne asteng e û dixwaze pêtrol bê hinartin.
Mesrûr Barzanî li ser mijarên maş, êrîşên dron û mûşekan, hinartina pêtrolê û rewşa navxwe û herêmê axivîye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser êrîşan wiha gotîye: “Mixabin bi mûşek û dronan êrîşî Kurdistanê hatîye kirin.
Ev yek tu hincetan qebûl nake. Herêma Kurdistanê ne beşek ji vî şerî ye û em ji hukumeta fêdêrala Îraqê dixwazin ku rê li ber van êrîşan bigire”.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha gotîye: “Hukumeta fêdêral berpirsyar e ku êrîşên komên deryasayî rawestîne çimkî beşek ji wan maşên xwe ji hukumeta Îraqê distînin”.
Mesrûr Barzanî spasîya hêzên hevpeymanîya navneteweyî ya li dijî DAIŞ ê kirîye ku mûşek û dron xistine xwarê û gotîye:”Roleke wan ya gelekî baş hebû, bi taybetî li Hewlêrê”.
Mesrûr Barzanî derbarê hinartina pêtrolê ya bi rêya borîya Herêma Kurdistanê jî gotîye:
“Em wek Herêma Kurdistanê ji her kesî zêdetir li ser aborîya Herêma Kurdistanê, maş û debara jîyana xelkê bi fikar in.
Em ducare dikin ku Herêma Kurdistanê li gel wê yekê ye ku petrol bê hinartin”.
Serokwezîr Barzanî bal kişandîye ser dilgiranîyên Bexdayê û gotîye: “Herêma Kurdistanê ne asteng e.Me tenê daxwaz kirîye ku garantî hebe da ku em karibin ji qadên xwe jî pêtrolê hinarde bikin”.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha daxuyand ku divê Bexda mafên xelkê Herêma Kurdistanê bide û êmbargoya heyî rake.
Mesrûr Barzanî her wiha dîyar kirîye, ew pêtrola ku Bexda niha dixwaze hinarde bike qereboya pêtrola berê nake çimkî bi giştî nabe nîv mîlyon bermîlê pêtrolê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî daye malbatên şehîdan û gotîye:”Ji bo parastina xelkê Kurdistanê çi ji destê me bê em ê bikin”.







