Forûma navneteweyî ya sêyemîn “Dîyaloga Yêrêvanê” wê 5-6 ê gulanê li Yêrêvanê bê lidarxistin

Ji wezîreta karên der radigihînin ku 25 ê adarê, sêkrêtarê giştî yê wezîreta Ermenîstanêye karên der Davît Karapêtyan endamên komeke pisporên navneteweyî yên pispor di warên sîyaseta der, ewlehîya navneteweyî û rêveberîya dêmokratîk, ku ji 23-26 ê adarê li Ermenîstanê ne, pêşwazî kirîye.
Ev serdan ji alîyê ofîsa Bûxarêştê ya fonda Marşal ya almanî ya Dewletên Yekbûyî ve, bi hevkarîya fonda lêkolînên çand û şaristanîyê ya li Yêrêvanê ve hatîye organîzasîyakirin.
Dema hevdîtinê de, li ser mijarên rojeva herêmî û navneteweyî nêrîn hatine guhertin. Girîngîya ku hukumeta Ermenîstanê dide têkilîya berdewam bi civaka sîvîl û pêşveçûna domdar ya sazîyên dêmokratîk hatîye tekez kirin.
Wek berdewamîya hevkarîyê, sêkrêtarê giştî yê wezîreta karên der endamên şandeyê vexwendîye ku beşdarî forûma navneteweyî ya “Dîyaloga Yêrêvanê” ye sêemîn bibin, ku wê 5-6 ê gulana sala 2026 a li Yêrêvanê bê lidarxistin.







