SerekeSîyasî

Nîkol Paşînyan wê beşdarî civîna Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî  ya 28 ê gulanê nebe

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşinyan elam kirîye ku ew ê beşdarî civîna Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî nebe ku wê  28 ê gulanê li Astanayê bê lidarxistin.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Paşînyan  derheqa wê yekêda li civîna li rojnamevanan de gotîye.

Li gorî gotina serokwezîr, wextê hevdîtina 1 ê nîsanê  bi Vladîmîr Pûtîn re, ewî agahdar kiribû ku ji ber kampanyayê, ew ê nikaribe him beşdarî çalakîyên 9 ê gulanê yên li Moskvayê û him jî civîna 28 ê gulanê ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bibe.

Serokwezîr elam kiribû ku ewî serokkomarê Qazaxistanê Qasim-Comert Tokayêv jî li ser vê yekê agahdar kiribû.

Paşînyan destnîşan kirîye ku civînêda şanda Ermenîstanê  wê cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan raber bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button