Beşeke nûçeyan ya bi zimanê ermenî li radyoya Fransîye navneteweyî hatîye vekirin

Radyoya Fransîye navneteweyî ya weşana navneteweyî ya fransî, êdîtorîya nûçeyan ya bi zimanê ermenî vekirîye û bû xizmeta medyayê ya bi zimanê bîyanîye 18 emîn .
Platforma nû wê bi taybetî bi ermenîya rojhilatê bixebite û wê tenê li ser naveroka dîjîtal bisekine.
Li gorî RFI ê, tîma ji 8 rojnamevanan pêk tê armanc dike ku bi xebata li ser platformên medyaya civakî, di nav de Instagram ê, Facebook ê û TikTok ê, bigihîje temaşevanên bi taybetî yên ciwan.
Li gorî êdîtora sereke ya servîsa bi zimanê ermenî Astrîg Agopyanê, ciwanên îro bi piranî agahdarîyê bi rêya torên civakî dixwin, ji ber vê yekê divê medyayê xwe li gorî vê rastîyê biguncîne.
Pêşanîyên tîma êdîtorî ya nû raportên opêrasîyonal, formatên çîrokbêjîya nûjen û kontrolkirina rastîyan in. RFI destnîşan dike ku li hember belavbûna dêzînformasîyonê, armanca xizmeta nû ne tenê peydakirina agahdarîya piştrastkirî ye, lê di heman demê de alîkarîya temaşevanan dike ku ji nûçeyên sexte û nûçeyên rast cûdahîyê bikin.
Her wiha tê ragîhandin ku rojnamevan Lîlît Şahvêrdyan wê ji dawîya gulanê li Ermenîstanê bixebite û pêşketinên sîyasî yên welêt li ser erdê, tevî pêvajoyên hilbijartinê yên pêşerojê, bişopîne.







