Garantîya ewlehî û aramîya Ermenîstanê artêşeke bihêz û jêhatî ye:Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku garantîya ewlehî û aramîya Ermenîstanê artêşeke bihêz û jêhatî ye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Nîkol Paşînyan derheqa wê yekêda di dema axaftina li bajarê Hrazdan, herêma Kotaykê bi niştecîhên wî re gotîye.
Paşînyan gotîye:”Berî her tiştî ji bo aşîtîyê pêwîstîya me bi artêşa me heye. Em ji bo aşîtîyê amade dibin ji ber ku em fem dikin ku artêşeke bihêz û jêhatî ji bo aşîtîyê pir girîng e. Welatê bê artêşeke bihêz û jêhatî dikare bibe cêribandin ji bo êrîşkariyê. Ji ber vê yekê, her tim artêşa me ya bihêz û jêhatî hebe, lê gerekê karê wê parastina axa Ermenîstanê ya ku di asta navneteweyî de tê naskirin be. Û ev garantîya ewlehî û aşîtîyê ye, ev garantîya ku em ê dewleta xwe ji nifşekê bo nifşeke din veguhêzin”.







