ÇandSereke

Sêmînar û gotûbêja me ya li ser radyoya kurdî ya Yêrêvanê û rojnameya “Rya Teze” /wêne/

Sêmînar û gotûbêja me ya li ser radyoya kurdî ya Yêrêvanê û rojnameya “Rya Teze” li Wanê bi coşeke xweş û beşdarîyeke zindî pêk hat.

Ez jî, Tîtalê Keremê Seyad jî, ku ji Yêrêvanê hatibû- beramberî civaka me ya Wanê gelekî kêfxweş bûn. Ev civata xweş, bi serkarîya baroya Wanê û komîsîyona zimanê kurdî ya baroyê pêk hat. Beşdarîya şaredar, şaredarî û çapemenîyê em dilxweş kirin. Cihê şanazîyê bû ku piştî sêmînarê ez, kekê Tîtal û kekê Sîpan hatin xelatkirin. Min xelata xwe ji destê serokê baroyê birêz Sînan Uzaraz stand û vê yekê jî ez şa kirim. Yek bi yek spas ji bo baroya Wanê, komîsîyona zimanê kurdî ya baroya Wanê, serokê baroyê parêzer Sînan Uzaraz, sêkrêtarê baroyê parêzer Alî Şapkacı, hevserokê DADSAZ ê (Komeleya hiqûqzanan) Sîpan Gukhan û hemû endam û rêveberên baroyê. Spasîyên taybet ji bo parêzerê hêja û dilovan Sînan Gukhan ku di van 2-3 rojan de eleqeyeke mezin nîşanî me da…

Rojek berî civîna me ya li baroya Wanê, roj em li girava gola Wanê, ya Axtamarê qesidîn û me dîna xwe da bedewîya gola Wanê û dor-berên wê.

Hema wê rojê êvarê jî me li “Dîwanxaneya dengbêjiyê” ya dengbêjê hêja Îsmaîlê Seyranê şevbihêrkeke xweş pêk anî. Şevbihêrk ji bo xatirê min û Tîtalê Keremê Seyad hate kirin. Kekê Tîtal ji Yêrevanê hatibû. Şev ji alîyê parêzerê hêja û hevserokê DADSAZ ê Sîpan Gukhan ve hate organîzekirin. Siheta wî xweş be, Sîpan mêvanhiz û camêrekî bêhempa ye. Seydayê hêja, berpirsê weşanxaneya peywendê Xalid Sadinî û helbestvana dilovan Mulkiye Tekin, tevî mêvanên din şeva me geş kirin. Hûn her hebin…

Em careke mayîn spasîya xwe elamî baroya Wanê û komîsîyona zimanê kurdî ya baroyê û usa jî hevserokê DADSAZ ê (Komeleya hiqûqzanan) Sîpan Gukhan û hemû endam û rêveberên baroyê dikin.

SALİHÊ KEVİRBİRÎ

Zêdetir nîşan bide
Back to top button