
Çalekîya “Rojên arxêolojîyê yên avropî” wê di navbera 12-14 ê hezîranê li Ermenîstanê bê lidarxistin. Wek ku ji alîyê wezîreta Ermenîstanêye perwerdê, zanistê û çandê ve hatîye ragîhandin, çalekîyên sê rojî wê li gelek deverên arxêolojîk, mûzeyanda û cîhên din yên çandî yên li Komara Ermenîstanê bê lidarxistin.
Gelek rêxistinên ku li Ermenîstanê bi arxêolojîyê ve mijûl dibin beşdarî çalakîyê bûne: înstîtûta arxêolojî û êtnografîyê ya akadêmîya Ermenîstanêye neteweyî ya zanistê, navenda lêkolînên zanistî ya mîrata dîrokî û çandî, mûzêya Ermenîstanêye dîrokî, mûzêyên Lorî-Pambakê, Dîlîcanê, Yêxêgnazorê û mûzêya dîrokê ya Yêrêvanê.Çalakî ji bo hemû komên temenî û kesên ku bi arxêolojîyê re eleqedar dibin hatine kirin.
Ermenîstan ji bo sala 4 emîn beşdarî çalakîya “Rojên arxêolojîyê yên avropî” dibe.
Di dema çalakîyê de, derfet ji raya giştî re tê dayîn ku bi qada arxêolojîyê re nas bibin, serdana cîhên kolandin û navendên lêkolînên arxêolojîk bikin.
Civîn bi arxêolog û rêstoratorên vedîtinên arxêolojîk re têne organîzasîyakirin û hejmareke çalakîyên perwerdehî û zanînî (kolandin, pêşangeh,meşên geştyarî) pêk tên.
Ji sala 2010 a vir ve, wezîreta Fransîyayêye çandê hevrêzkirin û pêşvebirina çalakîyên “Rojên arxêolojîyê yên avropî” spartîye înstîtûta neteweyî ya lêkolînên arxêolojîk yên pêşîlêgirtinê.







