
Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan li Parîzê rastî wezîra hêzên çekdar û karûbarên vêtêranên Fransîyayê Katrîn Votrênê hatîye.Votrênê serkeftina partîya “Peymana sîvîl” di hilbijartinên parlamêntîyê de Papîkyan pîroz kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, wezîrê Ermenîstanêyî parastinê li ser rûpela xwe ya Facebook ê derbarê hevdîtinê de vîdyoyek jî weşandîye.
“Em pêvajoya hevkarîya Ermenîstan-Fransîyayê pir teqdîr dikin û tekezî li ser qewînkirin û pêşxistina hevkarîya bi bandor ya damezrandî dikin”.
Sûrên Papîkyan nivîsîye:”Di dema axaftinê de, me li ser pêvajo, pêşxistin û kûrkirina hevkarîyê di formatên du alî û piralî de û her weha li ser hejmara mijarên têkildarîya ewlehîya herêmî û navneteweyî axivîye”.







