
Fêstîvala navneteweyî ya fîlmên kurt ya Yêrêvanê wê ji 25 a heta 29 ê hezîranê li Yêrêvanê û Gumirîyê bê lidarxistin. Fêstîval bin sponsorîya giştî ya şaredarîya Yêrêvanê û bi piştgiriya wezîreta Ermenîstanêye perwerde, zanistê, çandê û sporê de tê lidarxistin.Derheqa wê yekêda derhênerê fêstîvalê, derhênerê fîlma, hilberîner û kesayetîya giştî Guj Tadêvosyan 22 ê hezîranê wextê hevdîtina bi rojnamevanan re li Yêrêvanê ragîhandîye.
Fêstîval bi destpêşxeriya fonda çandî ya “Pêşvebirina hilberîna fîlmên Ermenîstanê” hatîye lidarxistin. Li gorî organîzatoran, armanca wê eşkerekirina potênsîyala fîlmçêkirên ciwan, pêşvabirina mezinbûna wan ya pîşeyî û her weha qewînkirina têkiliyên efirîner û hevkarîyê di navbera fîlmçêkerên ciwan yên ji welatên cûda de ye.
Bingeha bernameya fêstîvalê îsal dîsa ji alîyê du rêgezên sereke yên pêşbazîyê ve pêk tê: bernameyên navneteweyî û neteweyî. Ji bilî nîşandana fîlman, dersên masterê, civînên efirîner, nîşandanên bi nîqaş, raberkirin û çalakîyên din yên profêsîyonal re têne plankirin.”Herêma Şîrakê ji xwe herêma şeşemîn e ku ev fêstîval lê tê lidarxistin. Û ez, wek rêveberê fêstîvalê, divê bi bawarî bêjim ku ev kevneşopî bandoreke pir erênî li ser aktîvkirina jiyana çandî li herêman dike”,-Tadêvosyan gotîye.
Ewî her wiha zêde kirîye ku beşdarên fêstîvalê derfeteke mezin distînin ku bi cihên fîlmên balkêş yên Ermenistanê re nas bibin, ji ber ku ew dikarin di hilberîna fîlman de bên bikar anîn.
Pêşbirka navneteweyî 24 fîlm ji 22 welatan û projeyên hilberîna fîlmên hevbeş dihewîne. Bername fîlmên ji Lyûksêmbûrgê, Îranê, Zêlandya Nû, Bêlçîkayê, Fransîyayê, Yûnanistanê, Brîtanya Mezin, Rûsyayê, Qazaxistanê, Holandîyayê, Polonyayê, Libnanê, Afrîka Başûr, Macaristanê, Urdunê, Felestînê, Îtalyayê, Swîsre, Çînistanê, Kanadayê, Rûmînyayê dihewîne.
Li gorî organîzatoran, pêkhateyeke wiha ya beşdaran ne tenê erdnîgariyeke berfireh dide bernameyê, lê di heman demê de tevlîheviyeke dewlemend ya zimanên fîlman yên cuda, nêzîkatîyên hunerî û rêwerzên tematîk jî dide.
Herwiha, hejmarek fîlmên ji bernameya pêşbirka navneteweyî berê xwe dane festîvalên cihêreng. Hin ji berhemên raberkirî bi fêstîvalên fîlman yên bi prestîj yên wek Kannê, Vênêtîkê, Bêrlînê, Lokarnoyê. Ev yek giraniyeke zêde dide beşa navneteweyî û nîşan dide ku bername ne tenê bi prensîpa temsîliyeta erdnîgarî ya berfireh, lê di heman demê de bi berçevgirtina çarçoveya fêstîvala nûjen jî hatiye avakirin.







