ÇandSereke

Hunermendên navdar, DJ yên bîyanî: vardavar wê li Yêrvanê bi girseyî bê  kifşkirin

Vardavar îsal li Yêrêvanê bi şêweyeke nû bê pîrozkirin. Di civîna çapemeniyê de ku li navenda çapemenîyê ya “Armenpress” ê hatîye lidarxistin, cîgirê şaredarê Yêrêvanê Lêvon Hovhannîsyan destnîşan kirîye ku cejin wê 12 ê tîrmehê  bi bernameyeke pir dewlemend bê pîrozkirin.

Lêvon Hovhannîsyan gotîye: “Li qada komarê bernameyeke konsêrê bi beşdarîya hunermendên navdar û DJ yên bîyanî tê payîn. Ev cejin pir hezkirî ye û bi awayekê yan awayeke din li welatê me bi gelek çalakîyan tê pîrozkirin, lê îsal em ê wê li Yêrêvanê bi formateke nû pîroz bikin. Ez difikirim ku herikîneke mezin ya geştîyaran wê hebe û ew ê bi kalîteyeke nû bibe yek ji kartên serdana me”.

Çalakî wê seheta 12:00 a de dest pê bike, ji bilî bernameya konsêrtê, wê deverên avê û bernameyên pêşbirkê jî hebin. Ji bo zarokan wê deverên avê yên cuda hebin da ku ew bikaribin dema xwe di hawîrdorek ewletir de derbaz bikin. Wê îstasyonên xwarinê yên mobîl hebin.

Lêvon Hovhannîsyan gotîye:”Em ê di wê rojê de tiştekî li tu derê qedexe nekin yan sînordar nekin, ew ê tenê bi pîvaneke mezin li meydana Komarê bê pîrozkirin. Em ji we re piştrast dikin ku wê bêtir av, bêtir mirovên şil û bernameyek balkêş hebe da ku hûn demek xweş derbaz bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button