AborîCîhanSîyasî

Wezîreta karên der: Fûnksiyonên sînor û gumrikê li ser rêya TRIPPê wê di bin kontrola Komara Ermenîstanêda bimînin

Wezîreta karên der ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di bersiva pirsa radyoya Azadîyê li ser rêziknameyên Yekîtîya Avrasîayêye Êkonomîkî  yên li ser rêya TRIPPê  gotiye ku hemû fûnksiyonên ewlehiya sînor û gumrikê wê di bin kontrola Ermenistanê da bimînin.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Ermenistanê vê dawiyê ragihand ku TRIPP, ku Naxîçevana Adirbêcanê bi rêya herêma Syunikê ve girêdide, wê li gorî rêziknameyên transîtê yên EAÊ bixebite. Pirs hatîye dayînê ku gelo Dewletên Yekbûyî, wekî beşdarê TRIPPê, razî bûye ku rêya transîtê wê di çarçoveya rêziknameya EAÊyê de bixebite û gelo prosêdurên transîta gumrikê yên di nav TRIPPê de wê ji hêla rêziknameyên EAÊ-ê  bên rêkûpêk kirin, û heqe wusa be, gelo di navbera Ermenistanê û Dewletên Yekbûyî  da li ser vê mijarê ji xwe têgihîştinek an peymanek heye.

Wezîreta karên der pir kurt bersiva pirsê dayê û gotiye: “TRIPP serbixwetî, yekparçeyiya axê û dadweriya Ermenistanê diparêze. Hemû fûnksiyonên ewlehiya sînor û gumrikê di bin kontrola Ermenistanê de dimînin, û rayedarên Ermenistanê kontrolê pêk tînin û biryarên sereke didin.”

Berê, Wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan înkar nekir ku xizmeta rûbirû ji bo kesên ku ji sînor derbas dibin, ango ragihandin, dikare ji operatorekî welatekî sêyemîn re jî bê şandin. Ewê belgeyan ji bo verastkirinê, û her weha xercê transîtê jî berhev bike.

Wezîreta karên der pirseke din ku gelo Dewletên Yekbûyî plan dike ku di çarçoveya rêziknameyê ya heyî de guhertinan bike an jî qaîdeyên transîtê yên cuda ji bo TRIPP-ê destnîşan bike, bêbersiv hişt. Di bersiva pirsa gelo Washingtonê ev yek bi rayedarên Ermenistan û Adirbêcanêra nîqaş kiriye, berdevkê Wezîretê tenê diyar kir ku Waşîngton bi hikûmeta Adirbêcanê ra li ser warên pêşîn yên ku di Belgeya Hevkariya Stratejîk de hatine destnîşankirin, di nav de girêdana herêmî, veberhênana aborî, enerjî, hevkariya ewlehiyê û îstîxbarata sûnî, berdewam dike.

Waşîngtona fermî jî red kir ku eşkere bike ka aliyê amerîkî heta niha çiqas pere ji bo projeya TRIPP-ê veqetandiye, berdevk got ku “di vê gavê ew nikarin hûrguliyên din bidin.”

Zêdetir nîşan bide
Back to top button