Şeva derbazbûyî teyarên t’irkaye leşkerî derb gîhandine t’abîyên PKK-ye li Herêma K’urdistanê. BasNews-ê r’agîhandîye,wekî wextê qisa t’evî serokbajar’ê Sincarê Mahma Xelîl, ewî gotîye wekî t’abîyên PKK-ê dane ber bomba. Derbên ji hewê gîhandine li ç’îyayên Sincarê, Karsîyê û Barîyê. Derheqa zyank’êşada t’u înformasîya nehatine stendinê.Xêncî wê yekê teyarên t’irka li Akrê, li Amedîyê û li ç’îyayê Qendîlê cî û war dane ber bomba. Li ser ç’îyayê Qereqoç’ê usa jî derb gîhandine qamp’a mihaciraye li Maxmûrê, li k’îderê mihacirên k’urde ji T’irk’îyayê dimînin.Hatîye r’agîhandinê,wekî ew teyare ji bazayên T’irk’îyayêye li bajar’ên Dîyarbek’irê û Malat’îyayê derk’etine.
Gotarên eynî
Sîyasetmedarê kurdî li Tirkîyayê Salhedîn Dêmîrtaş bi wedê girtina ji 20 salî zêdetir hatîye cezakirinê
17.05.2024, 18:30
Herwiha kontr’ol bike
Close