Sereke

Ermenîstan bi dereca dewletê rastî kîbêrêrîşa tê

Nava van rojên dawîda çend teşkîletên navnetewî eşkere kirine wekî Ermenîstan rastî kîbêrêrîşên mezin tê. Derheqa wê yekêda pêşekzanê bêqezîyabûna înformsîyon Samvêl Martîrosyan gotîye.

«Êrîşek ji alîyê Google-da hatîye eşkerekirinê, wextê ku zelal bûye wekî komeke hakêra kîjanê Google hesab dike çawa koma ku tevî sîstêmên dewletê dixebite, gavên wî cûreyî avîtine. Ev koma hakêra bi mêtodên cûre-cûre, bi nama, mêsêncêra, malperên ermenîye feş raberî meriva kirine»,- pêşezan gotîye.Nenihêrî wê yekê wekî Adirbêcan û Tirkîya hewaskarîya xweye hindava Ermenîstanêda didine kifşê, lê ew yek nade dîyarkirinê,wekî tenê ew herdu welat dikarin êrîşên hakêra mîyaserkin. Êrîşa hakêraye duem jî bi vîrûsa ku ji alîyê teşkîleta îsrayêlîda tê firotanê, hatîye kirinê, lê gelo ew frotine kîjan welatî, hê eyan nîne.

Bi gotina Martîrosyan wextê şerê 44 roje zelal bû, wekî Ermenîstan nikare dijî êrîşên hakêra ber xwe bide, lê ew êrîş jî hukumê xwe li ser şêr hiştine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button