H’emû nûçeSereke
Sala 2022 a 25 000 ermenî bona stendina pasportên ermenî berbirî Ermenîstanê bûne

Têmpên paşdahatina welêt van salên dawî zêde bûne. Sala 2022 a bona stendina pasportên Ermenîstanê 25 000 ermenî berbirî Ermenîstanê bûne. Derheqa wê yekêda wekîlê dîyasporayê Hovhannês Alêksanyan gotîye û serda zêde kirîye wekî ji sala 1991 ê da eva hejmara here bilinde. Ji sala 2018 a da hetanî sala 2021 ê 40 000 ermenî bûne welatîyên Ermenîstanê.
“Bêguman, stendina pasporta ermenî nade kifşê, wekî ew vegera li welête, lê ew şuxulkarî hema ji wê yekê destpê dibe. Ew yek hema gava ewline. Cêribandin dide kifşê, wekî piranîya merivên wî cûreyî paşda tên Ermenîstanê”,- Hovhannês Alêksanyan gotîye. Piranîya wan meriva ji Rûsîyayê, Sûrîyayê û Libnanêne.







