SerekeSîyasî

Hewlêr û Bexda girêdayî qanûna byûcêyêra pêşda îdî pevketine

Hukumata Herêma Kurdistanê pêşda îdî tevî hukumata Îraqa Fêdêral girêdayî byûcêya sala 2023 a ra pevketin destanîne.

Dêlêgasîya Herêma Kurdistanê bona hevraxeberdana li Bexdayêye ku tevî hevkarên xweye îraqî hevraxeberdana derbazkin, nava kîjanadane usa jî pirsa derheqa byûcêyê û ya neftê û gazê. Li paytexta Îraqê dêlêgasîyayê çend hevdîtin pêk anîne.

Endamê dêlêgasîyayê Omêd Sabah  derheqa hevdîtina tevî serokwezcîrê Îraqê Mehmed As Sûdanî gotîye.

“Piştî gotûbêjkirina çend pirsên helnekirî, yên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda em pêşda gihîştine qayîlîyê.Gilî derheqa byûcêya sala 2023 a ne.Di navbera herdu alîyada hevraqayîlbûn çê bûye”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button