
Parêzera Adirbêcanêye mafên mêriv Sabîna Elîyêva destê desthilatdarîya Bekûyêda bona propaganda dijî ermenîya bûye derfet.
Vê carê teslîmî wê kirine ku ew raportekê amadeke û Organîzeyên Navneteweyîra bişîne, kîjanêda tê dîyarkirinê, ku “zarokên ermenî jî beşdarî sîyaseta hiznekirinêye dijî azêrîya dibin”.
“Bi zimanên azêrî û înglîzî raport hatîye amadekirinê, kîjanêda hatîye raberkirinê, wekî ji alîyê Ermenîstanêda sîyaseta hiznekirinê dijî Adirbêcanê tê mîyaserkirinê û nava wê yekêda zaroka jî didine xebatê, wextê şêr jî zarok jî beşdarî şêr dibin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.
Em bîr bînin wekî bi sala ser hev hema derheqa zarokên azêrîyada tê gotinê, ku hiznekirina ermenîya nava wanda amade dikin. Hema derheqa wê propagandayêda vîdêyo heye, kîjan ji alîyê blogêrên azêrîyada nava malperên sosîyalîda hatine belavkirinê. Hema derheqa wê yekêda rojnamevana azêrîya Şahla Sûltanovayê daye dîyarkirinê.







