Rêyeke başqe bona korîdora Laçînê tune: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Korîdora Laçînê çawa xeleqa tevgirêdana Ermenîstanê û Qerebaxê hatîye qayîlkirinê û rêyeke başqe tuneye.Derheqa wê yekêda, çawa bersiva pirsa “Aza” ê, wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirîye.Radîyostansîyayê pirs dabû ku gelo Bekûyê çawa qewilê bona vekirina korîdora Laçînê vekirina rîya Axdamê pêşda kişandibû?
Wezîreta Ermenîstanêye karên der daye dîyarkirinê, wekî korîdora Laçînê gerekê bê vekirinê, lê çi ku derheqa rêyên mayîndane, ew yek gerekê nava doranên mêxanîzma navneteweyîda, wextê dîyaloga Bekûyê-Stêpanakêrtê, bê helkirinê.
Eva îdî serê hevt rojaye ku Bekû dicêribîne Axdamêra 40 tonna ar çawa alîkarîya hûmanîtarî bighîne Stêpanakêrtê û girêdayî vê yekêra hevraxeberdan pêk tên. Qerebaxî li ser rîya Askêranê nobedarîyê pêk tînin û dibêjin ku ewê rê ewqasî girtî bihêlin, hetanî ku azêrî arê xwe hildin û paşda herin.Stêpanakêrta fermî dibêje, ku heger Adirbêcan bi rastî derheqa cimeta Qerebaxêda difikire, wî çaxî ew gerekê bona çi korîdora Laçînê dide girtinê, çawa ku ew yek bi elametîya 9 ê mijdarê hatîye dîyarkirinê.
Çawa bersiva wê pirsê ku gelo li şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî, welatekî usa heye, yê ku hazire projeya rêzolyûsîya pirsa Laçînê raberke û gelo pêşerojêda ew pêrspêktîv heye yan na, wezîreta karên der derheqa civîna şêwira ewlehkarîyêda daye dîyarkirinê û serda zêde kirîye, wekî piranîya endamên şêwirê tabîya xweye zelal daye dîyarkirinê. Hebûne welat jî wekî zelal dane kifşê ku rîya Axdamê nikare dewsa korîdora Laçînê bigre.
Van roja întêrnêtêda dokûmênta derheqa wê yekêda hatîye belavkirinê, ya derheqa mafên cimeta Qerebaxêda. “Aza” ê hîvî kirîye bide zelalkiinê ku dokûmênta fermîye wî cûreyî ji alîyê Rûsîyayêda hatîye dayînê, him bona Yêrêvanê û him jî bona Bekûyê û tabîya Yêrêvanê çi cûreîye?
Wezîreta karên der elam kirîye, wekî înformasîyona ne ji kanîyên fermî nayê şirovekirinê.







