H’emû nûçeSereke
Ermenîstan li Moldovayê beşdarî telîmên NATO ê ye navneteweyî dibe

Li Moldovayê telîmên navneteweyî, yên NATO ê ye Regex 2024 pêk tên. Hatîye elamkirinê,wekî telîm 20 ê gulanê destpê bûne û wê 24 ê gulanê ser hevda bên.
Nêzîkî 30 beşdarên welatên hevkarên NATO ê beşdar dibin: Ermenîstan, Adirbêcan, Bosnya û Hêrsêgovîna, Ûzbêkîstan, Misir, Urdun, Padişatîya Bahrêynê, Maroko, Qazaxstan, Pakîstan, Tûnîs, Malta, Yekîtîya Afrîkayê û Moldova.
Hatîye dîyarkirinê,wekî telîm bi piştgirîya fermandarîya NATO ê, ya li Nêapolê hatine teşkîlkirinê û armanca wan ewe, ku leşkera bona standartên rojavayî amade bikin.
Telîm ji çend sêmînaraye.Ya ewlin ji 16 ê sibatê hetanî 1 ê adarê bûye, ya duem ji 22 ê nîsanê hetanî 26 a û Ermenîstan jî beşdarî wana bûye.







