Mehma Xelîl: 600 keç û jinên êzidî li kampa Holê hene

Parlamenterekî kurd yê êzidî radigihîne, wekî nêzîkî 600 keç û jinên êzîdî li kampa Holê ya li Hesekê hene, lê hukumeta Îraqê ji bo vegerandina wan xemsar e.
Endamê parlamentoya Îraqê Mehma Xelîl ji K24 ê re ragîhand, wan daxwaza pêkanîna komîtêyekê kirîye ji bo serdana Sûrîyayê bike û fişarê li HSD ê bike, da ku keç û jinên êzîdî yên li Hola kampê ne azad bikin.
Mehma Xelîl gotîye: “Nêzîkî 600 keç û jinên êzidî li kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê hene, lê hukumeta Îraqê xemsar e ji vegerandina wan”.
Hola kampê li parêzgeha Hesekê di bin kontrola rêveberîya xweser, Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) de ye. Niha dora 50 kesar kesên ji zêdetir 60 welatî lê dijîn û piranîya wan jin û zarokên DAÎŞ ê ne.
Ji ber êrîşa DAÎŞ ê ya li ser Şengalê 3 ê tebaxa sala 2014 a, zêdetirî 5 hezar kurdên êzidî hatine kuştin û nêzîkî 2745 zarok jî bê dê û bav mane. Herwiha ji ber êrîşan zêdetir 325 hezar êzîdî koçber bûne.
Peyamnêrê K24 ê Mahir Şengalî duh 12 ê tebaxê da zanîn, 3 keçikên din yên êzidî ku di destê DAÎŞ ê bûn, li kempa Holê hatin rizgarkirin û vegerîyan nav kesûkarên xwe.
Birêveberê rizgarkirina êzidîyên revandî Hisên Qayîdî ji K24 ê re gotîye: “Heta niha 3581 keç û jinên êzidî ji destê DAÎŞ ê hatine rizgarkirin û heta niha 2592 keç û jinên din jî di destê DAÎŞ ê de mane”.







