
Di encama teqîna otomobîlekê li nava bajarê Qamişlo de, dayîkek û kurê wê şehîd bûn.
Medyaya rêveberîya Xweser belav kir, droneke Tirkyayê di demjimêrên nîvro de, otomobîlek li kêleka navenda poste û peywendîyan û geraca otobûsan ya taxa Enterîye ya rojhilatê bajarê Qamişlo bombebaran kir.
Dîyar kir jî, di encama bombebaranê de dayîka bi navê Xalide Mihemed Şerif ya 45 salî û kurê wê Hejar Ednan Silêman ê 24 salî şehîd bûn.
Ji destpêka îsal ve, Tirkîyayê 94 caran deverên Rojavayê Kurdistanê û deverên HSD ê kirine armanc û di encamê de 29 sîvîl û şervanên HSD ê hatine kuştin.







