
Hevserokê DEM partîyê Tûncêr Bakîrhan dîyar kir ku li Sûrîyayê modêla Bakûr û Rojhilatê Sûrîyayê tekane modêla çareserîyê ye û ew nahêlin ku ew modêl bê fetisandin.
DEM partîyê li ser platforma medya civakî X ê bi etîketa StandWithRojava kampanyak da destpêkirin.
Hevserokê DEM partîyê Tûncêr Bakîrhan li ser hesabê xwe yê X ê bi wê etîketê derbarê rewşa Sûrîyayê û Rojavayê Kurdistanê de bi zimanê kurdî, erebî û tirkî peyamek belav kir.
“Em dê nehêlin modêla Bakûr û Rojhilatê Sûrîyayê bê fetisandin”.
Bakîrhan di peyama xwe de gotîye, “Modêla Bakûr û Rojhilatê Sûrîyayê tekane modêla çareserîyê ye, emê nehêlin ku ev modêl bê fetisandin”.







