SerekeSîyasî

Êntonî Blînkên: emê piştgiriya xwe ya ji bo HSD ê bidomînin

Wezîrê Amêrîkayêyî karên der Êntonî Blînkên  ragîhandîye: “Emê piştgiriya HSD ê bidomînin”.

Wezîrê Amêrîkayêyî karên der Êntonî Blînkên  li Parîza paytexta Fransîyayê di konferanseke rojnamegerîyê li dar xist.

Wezîrê Amêrîkayêyî karên der Êntonî Blînkên  ragihandîye:

“Amêrîka wê piştgirîya xwe ya ji bo Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) ya di pêkanîna erkên xwe yên niha de bidomîne”.

Wezîrê Amêrîkayêyî karên der Êntonî Blînkên  gotîye:

“10 hezar girtyên DAIŞ ê di bin çavdêrîya dostên me yên kurd de ne.

Di berjewendîya îdareya bê ya Tramp de ye ku DAIŞ serî hilnede”.

Wezîrê Amêrîkayêyî karên der Êntonî Blînkên  anî ziman:

“Dilgiranîyên Tirkîyayê yên rewa ji PKK ê û têrorê hene.

Ne di berjewendiya ti alîyan de ye ku li Sûrîyayê alozî hebin, em jî hemû hewlên xwe didin ku ev yek pêk neyê”.

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk û artêşa niştimanî ya Sûrîyayê li nêzîkî Bendava Tişrînê di şer û pevçûyînên berdewam de ne.

Navenda ragîhandinê ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk ragihandîye:

“Artêşa Tirkîyayê bi dronan êrişî karwanê sîvîlan kir ku ber bi Bendava Tişrînê ya li başûr-rojhilatê bajarê Manbîcê ve diçûn”.

Navenda ragîhandinê ya HSD ê anî ziman:

“Bendava Tişrînê çavkanîya sereke ya av û êlêktrîkê ya xelkê bakûr-rojhilatê Sûrîyayê ye û xelk ji deverên din ve ji bo rê li ber êrîşên Tirkîyayê yên li ser bendavê bigirin, ber bi wir ve diçûn lê ji alîyê Tirkîyayê ve bi dronan hatine armanckirin”.

Bendava Tişrînê di navbera Manbîc û Kobanîyê de ye û di bin kontrola Hêzên Sûrîya Dêmokratîk de ye.

Bendav 80 kîlometreyan ji sînorê Tirkîyayê û Bakûrê Kurdistanê dûr e.

Ji sala 1999 a ve êlêktrîka deverên bakûr-rojhilatê Sûrîyayê dabîn dike, bi taybetî jî li bajarê Kobanîyê, Manbîcê û gundên der-dora wan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button