SerekeSîyasî

Mêdyaya Amêrîkayê: Pêntagon plana vekişîna ji Sûryayê amade dike

Li gorî nûçeya NBC News ê, Pêntagon planan amade dike ku hemû leşkerên Amêrîkayê ji Sûryayê vekişîne.

NBC News ê diyar kirîye, wezîreta parastinê ya Amêrîkayê (Pêntagon) piştî daxuyaniyên dawî yên Donald Tramp planên vekişîna hemû leşkerên xwe ya ji Sûryayê amade dike.

Li gorî ku 2 rayedarên parastinê yên Amêrîkayê ji NBC News ê re diyar kiriye, Donald Tramp û berpirsên nêzîkî wî dixwazin hemû leşkerên Amêrîkayê ji Sûryayê vekişînin.

Ji ber vê jî rayedarên Pêntagonê dest bi amadekirina planan kiriye da ku ku hemû leşkeran di nav 30, 60 yan 90 rojî de vekişînin.

Şêwirmendê êwlehiya neteweyî çû serdana CENTCOM ê

Şêwirmendê êwlehiya neteweyî yê nû yê Amêrîkayê Mayk Wals roja înîyê li Tampa Florîdayê çû serdana serokatiya fermandariya navendî ya Amêrîkayê (CENTCOM) û bi rayedarên leşkerî yên payebilind re civiya û li ser Rojhilata Navîn agahî wergirtin.

Rayedarekî koşika Sipî got ku di hevdîtin û civînan de mijara kêmkirina leşkerên Amêrîkayê yên li Sûriyayê nebû û gotîye: “Ji bo Wals baş e ku serdana CENTCOM ê bike da ku rewşa herêmê fêm bike”.

Ewî rayedarê koşika Sipî bal kişand ser serdana serokwezîrê Îsrayêlê Bênyamîn Netanyahu ya koşika Sipî ya îro û got ku hefte bê jî wê şcahê Urdunê Şah Abdullah here Waşîngtonê.

Berdevkê Pêntagonê tu daxuyanî li ser mijarê neda.

Pêncşema borî, nûçegihanekî li koşika Sipî ji Tramp li ser nûçeyên ku wî hukumeta Îsrayêlê agahdar kiriye ku ew wê leşkerên Amêrîkayê ji Sûryayê vekişîne pirsî.

“Min negotiye em dê hêzên xwe ji Sûriyayê derxin”

Tramp jî gotibû: “Min negotiye em dê hêzên xwe ji Sûriyayê derxin. Ez nizanim kê ev gotîye.

Ez nizanim çavkaniya van nûçeyan çi ye lê emê li ser vê mijarê biryarekê bidin.

Em têkilî Sûriyayê nabin. Sûriya di nav pirsgirêkên xwe de ye. Li wir pirsgirêk hene û ne pêwîst e ku em têkilî wan bibin”.

Ji ber biryara Tramp wezîrê parastinê îstifa kiribû

Dawiya sala 2019 a Tramp ferman da wezîrê parastinê Jêyms Mêtîs ku hemû leşkerên Amêrîkayê ji Sûriyayê vekişîne.Mêtîs li dijî vê planê derket û di encamê de dev ji karê xwe berda.

Tramp piraniya leşkeran vekişand lê piştre ew dîsa vegerandin. Ji wê demê ve hebûna Amêrîkayê li Sûriyêyê berdewam dike.

Meha kanûna pêşin ya borî, Pêntagonê ragihand ku nêzîkî 2 hezar leşker li Sûriyayê hatine bicihkirin, ku ev hejmar ji ya ku artêş bi salan digot, ku 900 leşker bûn, du qat zêdetir e.

Berdevkê Pêntagonê diyar kir ku 1100 leşkerên zêde yên “demkî” ne û 30 heta 90 rojan li wir dimînin, lê 900 leşkerên “bingehîn” nêzîkî salekê li wir dimînin.

Erkê Amêrîkayê yê li Rojavayê Kurdistanê

Pêntagon radigihîne ku erkê leşkerî yê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê lawazkirina rêxistina terorîst ya DAIŞ ê û piştgirîkirina hevkarên xwecihî ye ku li wir kar dikin.

Hêzên Sûriyaya Dêmokratîk (HSD) yek ji wan hevalbendên Amêrîkayê ye ku li hemberî DAIŞ ê şer dikê da ku DAIŞ nikaribe stargeheke ewle ji nû ve ava bike.

CENTCOM ê roja pêncşemê êrişeke raste-ras li bakur-rojavayê Sûriyeyê pêk anî û berpirsekî payebilind yê Huras El-Dînê ku girêdayî El-Qaîdeyê ye kir armanc.

Rayedarên parastinê Mihemed Selah El-Zebîr wek derkirdeyekî payebilind yê Huras El-Dînê bi nav kirin.

Rayedarên parastinê hişyariyê didin ku vekişîna hêzên Amêrîkayê ji Sûriyayê dê Hêzên Sûriyeya Demokratîk tenê bihêle û gefê li ewlehiya zêdetirî 25 girtîgeh û kampên penaberan bike ku zêdetirî 50 hezar kes, di nav de nêzîkî 9 hezar şervanên DAIŞ ê tê de ne.

Hêzên Sûriyaya Dêmokratîk van navendan diparêzin ku çekdarên DAIŞ ê û jin û zarokên wan tê de ne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button