Xebatên organîzekirina konfêransa COP17 berdewam dikin

Astrîd Şomêymkêr, sêkrêtara cî bi cîkar ya peymana rirrengîya bîyolojîk ya Neteweyên Yekbûyî, di çarçoveya organîzekirin û lidarxistina konfêransa COP17 ya li Ermenîstanê de, di navbera 3-7 ê adarê serdana Ermenîstanê kiribûn.
Di çarçoveya serdana fermî de xanim Şomêymkêr bi serokwezîr Nîkol Paşînyan, wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan û wezîr Hakob Sîmîdyan re civîya.
Bi serokê komîtêya amadekar ya COP17 û serşêwirmendê serokwezîr Hambarsum Matêvosyan re hevdîtin û serdan hatin kirin. Gotûbêjên têkildar bi hevkarên saziyên ku di organîzekirin û meşandina COP17 de cih digirin hatin kirin.
Astrîd Şomêymkêr her wiha bi endamên komîtêya amadekar ya COP17 û sefîr, sefaretxane û nûnerên saziyên navneteweyî yên ku li Komara Ermenîstanê pejirandî ne re hevdîtin kirîye.
Di serdanê de girîngiya COP17, hewcedarî, çarçoveya hevkariya muhtemel ya bi hevkarên navneteweyî re û gavên din hatin gotûbêjkirin.







