
Di heft opêrasîyonên cuda de li bakûrê rojhilatê Sûrîyayê bi piştevanîya hevpeymanan, HSD ê 16 endamên DAIŞ ê desteser kirin û berpirsekî dîyare wê rêkxistinê jî di nav wan de heye.
Rewangeha sûryayî ya mafên mirovan roja duşemê eşkere kirîye: “Ji destpêka vê mehê heta niha HSD ê bi alîkarîya hêzên hevpeymanan heft opêrasîyonên ewlehîyê li dijî DAIŞ ê, li bajar û bajarkên li bin destê rêveberîya xweser li bakûrê rojhilatê Sûrîyayê kirine”.
Li dû zanyarên rewangeha sûryayî, tevaya opêrasyonan li parêzgehên Reqayê, Dêrazorê û Hesekê û gundên der-dorê bûne, herwesa di encamê de 16 endam û bergomanên DAIŞ ê hatine desteserkirin û berpirsekî bilind yê DAIŞ ê jî di nav wan de heye.







