Almanîya bi îstiqirara li Kafkasya Başûr eleqedar e: Frank-Waltêr Ştaynmayêr

Serokkomarê Almanîyayê Frank-Waltêr Ştaynmayêr piştrast dike ku Avropa û Almanîya ji bo aramiya li herêma Kafkasya Başûr eleqedar in.
Li gora nûçeya “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokkomar li Yêrêvanê li gel hevlkarê xwe yê Ermenîstanê Vahagin Xaçaturyan di civîna çapemeniyê de gotîye.
Di hevdîtinê de serokên her du welatan di nav mijarên din de behsa danûstandinên aşîtîyê yên di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de jî kirin.
Frank-Waltêr Ştaynmayêr gotîye:”Li Almanîyayê û Avropayê eleqeyeke mezin bi îstiqirara li herêma Kafkasya Başûr heye”.
Pêşketinên ku hatine kirin, lihevkirina li ser teksta peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de gelek bi bandor nirxand û pîrozbahî li aliyan kirin.
Bi gotina serokkomarê Almanîyayê, rêkeftina aşîtîyê dikare rê li ber aşîtîya demdirêj li navçeyê veke. Her wiha da zanîn ku hîn alî negihiştine xala dawîn, peyman îmze nekirine û erê nekirine.
Frank-Waltêr Ştaynmayêr gotîye: “Tê xwestin ku her du alî vê dema guncan bikar bînin da ku aşîtîya demdirêj û bi îstîqirar li Kafkasya Başûr ava bikin”.
Li ser peywendiyên dualî yên Ermenîstan û Almanîyayê jî diyar kir ku ew ji pêşketina têkiliyên dualî yên salên borî bandor bûne. Serokkomarê Almanîyayê behsa seredan û danûstandinên asayî yên hevbeş kirin. Ştaynmayêr di berdewamiya axaftinên xwe de behsa hevkariyên her du welatan di warên cure-cure de jî kirîye. Ewî da zanîn ku Yekîtîya Avropayê ji bo Ermenîstanê yek ji hevkarên bazirganî yên herî girîng e û Almanîya dixwaze vê hevkariyê bidomîne.
Serokkomar gotîye:”Li Almanîyayê em ji ber eleqeya Ermenîstanê ya ji bo Yekîtîya Avropayê, li Avropayê pir kêfxweş in”,- serokkomar gotîye, ku ew dizanin ku ji bo derbaskirina girêdayiyên demdirêj, ji nû verastkirin û girêdayiyên ewlekarî û aborî gelek cesaret lazim e. Serokkomarê Almanîyayê tekez kir ku ew hêvî dikin ku Ermenistan di vê rêyê de biserkeve. Her wiha bal kişand ser xebatên ku ji aliyên avropî û almanî ve tên kirin û bal kişand ser xebatên ji bo avakirina mîsyoneke çavdêriyê ya Yekîtiya Avropayê ji bo ewlekirina sînorên Ermenîstanê. “Gelek teşwîq e ku mirov li Ermenîstanê bibihîse ka ev mîsyona çavdêriya sivîl çi rola dilîze, nemaze ji bo kesên ku di civakên sînorî de dijîn. Hebûna mîsyonê hestek zêde ya ewlehiyê çêdike”,-Ştaynayêr gotîye.







