H’emû nûçeSereke
Îro çawa deng bidin Ermenîstanê: Parg wê di bin hejmara 5 de pêşda bê

Têlêvîzyona Giştî, çawanîya dengdana îro ji bo Ermenîstanê bê raberkirin.
“Em lîsteya welatên ku hûn dikarin piştgirîyê bidin nûnerê me û deng bidin, pêşkêş dikin. Xelat wê di nîvfînalê ya duyemîn de ku wê îro seheta 21:00 de li gorî dema Avropa Navîn (23:00 bi dema Yêrêvanê) pêk bê, di bin hejmara 5 a de cîh bigire.
Ji bo dengdanê, divê hûn jimara 05 bişînin ji bo hejmara kurt ya ku li welatê we hatîye destnîşan kirin. Ne pêkan e ku deng bidin nûnerê me yê Ermenîstanê. Welatên ku beşdarî pêşbirkê nebin jî dikarin deng bidin. Divê hûn têkevin www.esc.vote. Dengdana bi vî awayî tê kirin wê wek dengdana ji welatekî bê hesibandin.
Di peyamê de wiha tê gotin: “Ji bo piştgirîkirina Parg, ku Ermenîstanê temsîl dike, vê postê parve bikin”.







