SerekeSîyasî

Alên Sîmonyan  rastî seroka  parlamênta Fransîyayê  hatîye

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan, yê ku bi serdana xebatê li Fransîyayê ye,  rastî seroka  parlamênta Fransîyayê Yaêl Braûn-Pîvê  hatîye. Hevpeyvîn li ser mijarên  rojeva Ermenîstan-Fransîyayê û Ermenîstan-Yekîtîya Avaropayê, û her wiha li ser mijarên hevkarîya navbera parlamêntada jî çûye.

Her wiha alîyan li ser mijarên herêmî jî axivîne, di wê çarçoveyê de tekez li ser pêwîstîya îmzekirina peymana ku berê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de li hev hatîye kirin, kirine.Alên Sîmonyan bala hevkarê xwe yê fransî kişandîye ser mijara dîlên şêr û kesên ku bi neqanûnî li Adirbêcanê hatine girtin, û her wiha bal kişandîye ser mijara leşkerên windabûyî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button