SerekeSîyasî

Nivîskareke kurd xelata here baş ya wêjeyê ya Îranê standîye

Berhemeke Fewzîyê Beşaretê ji Bîkarê wek berhema here baş ya bi zimanê dayîkê ya di fêstîvala wêjeyê ya Mêhrganê ya Îranê hatîye hilbijartin.

Çîroka “Hêsirên jinekê” ya Fewzîyê Beşaretê  fêstîvala 24 emîn ya wêjeyê ya Mêhrganê de ku li Tehranê hatîye lidarxistin, xelata beşa “Berhema here baş ya bi zimanê dayîkê” standîye.

“Hêsirên jinekê” bi devoka Gerûsîyê hatîye nivîsandin û sala 2022 a hatiye çapkirin.

Ew ji alîyê Mestûr Dirêkşîyê ve bi navê “Hêsirên jinekê” ji farisî hatîye wergerandin.

Fewzîyê Beşaret xelka Bîşarê ye û li bajarê Sîneyê dijî.

Ew yekem jin e ku bi devoka Gerûsî çîrok û romanan dinivîse.

Fewzîyê Beşaret ji sala 2017 a  dest bi weşandina çîrok û romanan kirîye û heta niha çar berhemên wê hatine weşandin.

Xelata Mêhrganê wek xelata here kevin û taybet ya edebî ya li Îranê tê dîtin û ji sala 1999 a ji bo baştirîn berhemên edebî yên ku li wî welatî tên çapkirin, tê dayîn.

Fewzîyê Beşaret di dema wergirtina xelatê de ku li navenda çandê ya Tehranê hatîye lidarxistin, bi kurdî axivîye û xwestîye ku wergêra pirtûka wê bi farisî ji beşdaran re biaxive.

Di axaftina xwe de jî daxwaz kirîye ku li Îranê girîngîyeke zêdetir bi zimanê dayîkê bê dayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button